El-Ebadî: Armanca dewleta navendî tenbêkirina Kurdistana Iraqê nîne
Serokwezîrê Iraqê ragihand: Kiryarên taybetî derbasgehên sînorî, bi armanca birçîxweyîkirina xelkê Kurdistana Iraqê an girtina pêşiya derbasbûna kelûmelan û dorpêçkirina welatiyan li vê navçê nîne.
Li gorî rapora Fars Newsê,û ji zarê kanala iraqî ya Someriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja îniyê li daxûyaniyekê li bara serdestiya dewleta navendî ser sînoran û derbasgehên Herêma Kurdistana Iraqê got: Ev kirayar bi armanca girtina pêşiya qaçaxê û fesadê cih tê û kiryara tenbêkirinê li dijî Herêma Kurdistana Iraqê nîne û eva li hemî welatên cîhanê heye.
Serokwezîrê Iraqê li vê daxûyaniyê kontrola derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistana vî welatî pêdivî da zanîn û ser parastina mafên hemî xelkê Iraqê ji wan kurdan teqez kir.
Rêveberiya karûbarên derbasgehên sînorî yên Iraqê bi daxûyaniyekê raghand: Sê taximên ewlehî û eskerî roja sêşemiyê tên şandin bo Herêma Kurdistana Iraqê da ku rêveberiya derbasgehên sînorî li vê navçê bistînin.
Heyder Ebadî her wiha li vê daxûyaniyê destnîşan kir: Firînên navbera Kurdistanê û navçên dine Iraqê didome û nehatiye sekinandin û firînên navneteweyî tev Herêma Kurdistana Iraqê dema ku dewleta navendî kontrola balefirgehên vê navçê girt destê xwe, destpê dibe.
Di eynî demê de çavkaniyên nûçan raghandin: Dewleat navendî ya Iraqê roaj îniyê firînên dervveyî bo Herêma Kurdistana vî welatî rawestandiye.
Mesrûr Barzanî serokê konseya ewlehiyê ya Herêam Kurdistana Iraqê jî ji rojnama emerîkî a Waşengton postê re got: serokwezîrê Iraqê tedbîr û kiryarên bitalûke jibo tenbêkirina kurdan berçav girtiye û Emerîka divê alîkariyê bide Hewlêrê.