Bêencamkirina operasyona terorîstî ya DAIŞ`ê li Kazimêynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272693-bêencamkirina_operasyona_terorîstî_ya_daiŞ_ê_li_kazimêynê
Opersyona terorîstî ya grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê li bajarê Kazimêynê li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê hat bêencamkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2017 15:54 Asia/Tehran
  •  Bêencamkirina operasyona  terorîstî ya DAIŞ`ê li Kazimêynê

Opersyona terorîstî ya grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê li bajarê Kazimêynê li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê hat bêencamkirin.

 Li gorî rapora  televîzyona  El-Alamê, wezareta karên hundir a Iraqê roja  îniyê raghand ku grûpeke ser bi koma  terorîstî ya DAIŞ`ê ku hewl dida roja Aşûrayê li bajarê Kazimêyna Bexdayê operasyoan terorîstî cih bîne, hat keşfkirin û têkbirin.

Pêştir erkantiya  raghandina cengê li Iraqê raghand: Rêxistina  Îstixbarata polîsê navendî yê vî welatî ser bi ajansa îstixbarat û ewlehî û lêkolîna  Iraqê komeke  terorîstî li Bexdayê keşf kiriye û ji nav biriye.

 Erkantiya raghandina cengê li Iraqê her wiha diyar kir: Ev tora terorîstî li Bexdayê û parêzgehên  başûrî yên Iraqê dixwest ku êriş ser civîna  ziyaretkir û taximên tazîdariyê li meha Muhermê bike.

 Di eynî demê de, sertîp Qeys Xelef Rehîme El-Muhemedawî fermandê operasyona  Firata navendî got: Meşiyana  milyonî ya ziyarekiran ber bi herema  paqij ê Îmam Huseyn(s) li Kerbelayê destpê bûye û kelekela  tazîdariyê dê li roja  Aşûrayê be û civîna mezin a tazîdaran li merasima  Tasûayê û Aşûraya huseynî hevcedarê kontrol û hişyarbûneke  giran a ewlehiyê ye.

 Sibê 9 Muherema 1439 hevgavê 30 Îlona 2017`an  Tasûyaya huseynî(s) û yekşemiyê dehê Muheremê hevgav e bi Aşûraya  Huseynî(s) salroja  şehadeta Îmam Huseyn(s) îmamê sisyan ê şîeyên  cîhanê ye ku li 10 Muherema sala 61 H.Q li Kerbelayê şehîd ket.