Dijberiya ayetullah Sîstanî li hember cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272687-dijberiya_ayetullah_sîstanî_li_hember_cidabûna_herêma_kurdistana_iraqê
Meryceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê tevî dijberiya li hember giştpirsiya ku li Herêma Kurdistana vî welatî cih hat , mixabiniya xwe li bara hewldanên jibo parvekirina Iraqê nîşan da û ji hemî aliyan xwest ku bila ser qanûan bingehîn bisekinin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2017 14:48 Asia/Tehran
  • Dijberiya ayetullah Sîstanî li hember cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê

Meryceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê tevî dijberiya li hember giştpirsiya ku li Herêma Kurdistana vî welatî cih hat , mixabiniya xwe li bara hewldanên jibo parvekirina Iraqê nîşan da û ji hemî aliyan xwest ku bila ser qanûan bingehîn bisekinin.

 Li gorî rapora  kanala iraqî ya Someriye Newsê, şêx Ehmed El-Safî nunerê ayetullah Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê li xutbeyên  nimêja  îniyê li Kerbelayê got: Gelê Iraqê teze ji belaya  terorîzma DAIŞê rizgar bûye û ji ber fîdakariyên  hêzên iraqî li halê derbasbûna ji wê ne ku mixabin rastî pirsgirêkeke  din li bara  hewldana  jibo parvekirina  Iraqê û cidakirina Herêma Kurdistanê ji vî welatî hatine.

 Nunerê ayetullha Sîstanî teqez kir: Merceyeta ku tim  ser pêwîstiya  parastina  yekitiya Iraqê tekez kiriye û jibo jinavbirina  eşîregeriyê pir hewl daye ji hemî aliyan dixweze bial li ser qanûna bingehîn  bisekinin bila  raya dadgeha federal a Iraqê bişopînin û ser hukmên wê rawestin.

 Şêx Ehmed Safî ji berpirsên  Herêam Kurdistana  Iraqê xwest ku jibo çareserkirina  meselên ku pirsgirêkan wan  bi dewleta nvendî li Bexdayê re ,  qanûna bingehîn bişopînin.

 Nunerê merceyê bilindqedr ê şîeyan a Iraqê li Kerbelayê li bara  kiryarên   têkildraê cidabûnê li vî welatî hiyarî da û teqez kir:  kiryarên bi vî rengî dê dûhatên  xirab jibo welatiyên  kurd hebe.

 Nunerê ayetullah Sîstanî li Kerbelayê tekez kir: Cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê dê bibe sedema  mudaxila biyaniyan li karûbarên Iraqê jibo cihanîna  plan û beranmeyên xwe û eva ser zirara berjewendiyên  gelê vî welatî ye.

 Giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî di 25`ê Îlonê de tevî neyarîya dewleta navendî ya Bexdayê, welatên navçê û cîhanê hat lidarxistin.