Şêwirmendê berê yê serokkkomarê Iraqê: Barzanî dê sernixûn bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272663-Şêwirmendê_berê_yê_serokkkomarê_iraqê_barzanî_dê_sernixûn_bibe
Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iraqê diyar kir, giştpirsiya ku li Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin, dê bibe sedema sernixûnbûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2017 12:52 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê berê yê serokkkomarê Iraqê: Barzanî dê sernixûn bibe

Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iraqê diyar kir, giştpirsiya ku li Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin, dê bibe sedema sernixûnbûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê.

Wefîq El-Samerayî, şêwirmenê berê yê serokkomarê Iraqê li gotûbêja  bi kanala nûçan a El-Meyadîn a Lubnanê re bal kişand ser vê yekê ku Mesûd Barzanî bi êgir dilîze û tekez kir: Peywendiyên  balkêş navbera Bexda, Şam û Têhranê işkesta  plana  fitneyê li bakurê Iraqê garantî dikin.

 Li gorî gotina  Samerrayî,  Teşkîlata dadweriyê ya Iraqê dê bi zûtirkê hukma binçavkirina  Barzanî bide û tewsiye  li dewleta  navendî ya  Iraqê kir: Bila peywendiya  xwe bi piraniya  kurdên dijberê plana  cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê re biparêze.

Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iraqê tekez kir: Hin  serokên  Yekitiya Niştîmanî ya  Kurdistana Iraqê, YNK ji ber hin rewşên taybet piştgiriya Barzanî dikin lê hin rêberên  kurd li Silêmaniyê û Hewlêrê ji hêzên iraqî dixwezin  ku  rasterast jibo girtina Barzanî bikevin tevgerê.

Vî kesayetiyê siyasî yê Iraqê li bara  peywendiya  Hewlêr- Waşengton û Telavîvê jî got. Îsraîlî ji nîveka deheka 1960`an ve heya niha  piştgiriyê didine hêzên Barzanî û Rêxistina  Îstixbarata  Emerîkayê, CIA ji serdema  Mela Mistefa Barzanî ve li Herêmw Kurdistana  Iraqê  de ye.

Şêwirmendê berê yê  serokkomarê Iraqê got: Artêşa Iraqê di sala 1975`ê de li meqera  Barzanî, odeyên  şêwirmendên  îsraîlî û emerîkî keşf kirin.

Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iarqê li bara rola  Erebistanê li navçê jî  diayr kir: Riyaz dijberê Iraq û Sûriya yekperçe ye jixwe Îsraîl, Erebistan û hin  aliyên  ereb ên navçê dixwezin Iraq bê parvekirin.