Şêwirmendê berê yê serokkkomarê Iraqê: Barzanî dê sernixûn bibe
Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iraqê diyar kir, giştpirsiya ku li Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin, dê bibe sedema sernixûnbûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê.
Wefîq El-Samerayî, şêwirmenê berê yê serokkomarê Iraqê li gotûbêja bi kanala nûçan a El-Meyadîn a Lubnanê re bal kişand ser vê yekê ku Mesûd Barzanî bi êgir dilîze û tekez kir: Peywendiyên balkêş navbera Bexda, Şam û Têhranê işkesta plana fitneyê li bakurê Iraqê garantî dikin.
Li gorî gotina Samerrayî, Teşkîlata dadweriyê ya Iraqê dê bi zûtirkê hukma binçavkirina Barzanî bide û tewsiye li dewleta navendî ya Iraqê kir: Bila peywendiya xwe bi piraniya kurdên dijberê plana cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê re biparêze.
Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iraqê tekez kir: Hin serokên Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê, YNK ji ber hin rewşên taybet piştgiriya Barzanî dikin lê hin rêberên kurd li Silêmaniyê û Hewlêrê ji hêzên iraqî dixwezin ku rasterast jibo girtina Barzanî bikevin tevgerê.
Vî kesayetiyê siyasî yê Iraqê li bara peywendiya Hewlêr- Waşengton û Telavîvê jî got. Îsraîlî ji nîveka deheka 1960`an ve heya niha piştgiriyê didine hêzên Barzanî û Rêxistina Îstixbarata Emerîkayê, CIA ji serdema Mela Mistefa Barzanî ve li Herêmw Kurdistana Iraqê de ye.
Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iraqê got: Artêşa Iraqê di sala 1975`ê de li meqera Barzanî, odeyên şêwirmendên îsraîlî û emerîkî keşf kirin.
Şêwirmendê berê yê serokkomarê Iarqê li bara rola Erebistanê li navçê jî diayr kir: Riyaz dijberê Iraq û Sûriya yekperçe ye jixwe Îsraîl, Erebistan û hin aliyên ereb ên navçê dixwezin Iraq bê parvekirin.