Fuad Meisûm: Iraqê peywendîyên asayî û dostane digel Îranê hene
Serokomarê Iraqê got ku peywendîyên Bexda û Têhranê asayî û dostane ne.
Fuad Meisûm serokomarê Iraqê li hevpeyvîna digel televîzyona Al Hurê, bi gotina vîya ku tu dilgiranîyek li bara peywendîyên Îran û Iraqê tineye, got: Rêya hevkarîya her du welatan vekirî ye û her roj bi hezaran kes ji kurdên Îranê tên Herêma Kurdistana Iraqê û bi hezaran kes ji Herêma Kurdistana Iraqê jî seredana Îranê dikin.
Meisûm bal kişand ser lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û dilgiranîya hin welatan ji ber vê meselê û got: Bexda bi dû çareserkirina meseleyê ye ta ku tu welatek dilgiran nebe.
Serokomarê Iraqê di bersiva pirsekê têkildarê ihtimala şer û pevçûnê li vî welatî de jî hêvî kir, berî ku gêre li Iraqê mezin bibe, gotûbêj pêk bê, ji ber ku gêreya niha mimkin e bigihêje rewş û astekê ku vegera ji wê dijwar be.
Giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî di 25`ê Îlonê de tevî neyarîya dewleta navendî ya Bexdayê, welatên navçê û cîhanê hat lidarxistin.