Destpêbûna qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê ji lepên DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272625-destpêbûna_qonaxa_duyem_a_opêrasyona_azadkirina_hewîcê_ji_lepên_daiŞ_ê
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2017 05:49 Asia/Tehran
  • Destpêbûna qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê ji lepên DAIŞ`ê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê dest pê bû.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hêzên artêş û Heşdi Şeibîyê vê sibê qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê ji sê mêhweran ve dest pê kirin.

Televîzyona Al Mayadeen a Libnanê jî ragihand, berî ku hêzên iraqî qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê dest pê bikin, balafirên cengê yên vî welatî çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li vê herêmê dan ber bombeyan.

Çavkanîyên nûçan ragihandin ku hêzên iraqî li dewama pêşdaçûna xwe li bajarê Hewîcê, çend deverên din ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Ehmed Xorşîd endamê konseya bajarê Hewîcê di vî warî de got: Hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê û polîsên fêdêral ên Iraqê di encama opêrasyoneke taybet de devera Ebasî û 8 gundên derdora wê ji wan Şawûk, Eyûn, Tariqîye û Til Elî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û derbên giran li têrorîstan xistin.

Qonaxa yekem a opêrasyona azadkirina Hewîcê, çepera herî girîng a DAIŞ`ê li bakûra Iraqê di 21`ê Îlonê de destpê bû û bi awayekî serkevtî bi dawî hat.

Navenda propaganda şêrr a Iraqê ragihand ku hêzên iraqî di encama vê opêrasyonê de 63 gund azad kirin.