Kuştina du kesên xwekuj li rojavaya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272599-kuştina_du_kesên_xwekuj_li_rojavaya_iraqê
Serokê polîsên Al ANbarê li rojavaya Iraqê ragihand ku 2 kesên xwekuj li derdora Remadîyê li rojavaya vî welatî hatin kuştinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 28, 2017 14:32 Asia/Tehran
  • Kuştina du kesên xwekuj li rojavaya Iraqê

Serokê polîsên Al ANbarê li rojavaya Iraqê ragihand ku 2 kesên xwekuj li derdora Remadîyê li rojavaya vî welatî hatin kuştinê.

Li gorî rapora Someriye News`ê, Xalid Duleymî serokê polîsên Al Anbara Iraqê got: Yek ji xwekujan li rojavaya Remadîyê û yê din jî ku xwe li malekê li devera Al Taş li başûra Remadîyê veşartibû, bi destê hêzên polîs ên Iraqê hat kuştinê.

Têrorîstên DAIŞ`ê duh êrişî çend dever û taxan ji wan Al Taş û Al Camiê li bajarê Remadîyê kirin û hejmarek malbatên vê deverê rehîn girtin lê, hêzên taybet ên polîs li Al Anbarê karîn deverên hanê ji lepên têrorîstan derînin.

Seid Mein berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê jî ragihand: Têrorîstên ku duh êrişî Remadîyê kiribûn welatîyên bîyanî bû û di encama vê opêrasyonê de, 40 têrorîst hatin kuştinê.

Seid Mein herwiha got: Şêwaza nû ya têrorîstên DAIŞ`ê ji bo êrişa ser koma zîyaretkiran, bikaranîna çanteyan e.

Navenda ragihandinê ya şêrr a Iraqê hefteya buhurî ragihand ku şebekyeke têrorîst li Bexdayê û parêzgehên başûra Iraqê ku dil hebûn di meha muheremê de êrişî kombûnên zîyaretkiran û desteyên şîngêran bikin, hat têkbirin.