Bi sedan endamên DAIŞ`ê li yekemîn operasyona azadkirina Hewîcê hatin kuştinê
Navenda Teblîxata Şêr a li Iraqê, li daxuyaniyekê ragihand: Zêde ji 500 kes ji endamên DAIŞ`ê li yekemîn operasyona azadkirina Hewîcê hatin kuştinê.
Li gorî rapora roja çarşrmiyê ya IRNA`yê, li daxuyaniya Navenda Teblîxata Şêrr a Iraqê hatiye ragihandin ku li qonaxa yekemîn a operasyona azadkirina Hewîcê, ji bin lepên DAIŞ`ê, 557 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û nêzî 60 trombîl û motorsîklêtên bombekirî jî hatine rûxandin. Du karistanên çêkirina bombeyan jî tam kavil bûn.
Li gorî vê daxuyaniyê, hêzên çekdar ên Iraqê ji wan artêş, saziya şerrtê dijî terorîsmê, polîsê navendî û Heşda Şebî, nêzî 103 gund û navçeyan ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirin.
Qonaxa Yekemîn a operasyona azadkirina Hewîcê, pêgeha herî girîng a koma terorîst a DAIŞ`ê li bakûrê Iraqê, 21`ê Îlona buhurî, dest pê bû. Ev operasyona bêyî beşdariya hêzên Pêşmergeyên Kurd, hîn jî berdewam e.
Piştî azadkirina bajarê stratêjîk ê Tileferê li rojavayê parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, hêzên iraqî, operasyona azadkirina bajarê Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê dest pê kirin.
Girîngiya azadkirina Hewîcê, dewama azadkirina navçeyên li bin lepên DAIŞ`ê û girîngiya vî bajarî ji hêla nifûs, coxrafiya û cotyariyê ye.