Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê: "Kerkûk divê vegere ser hakimiyeta dewleta navendî"
Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê êvara Sêşemiyê bi daxûyaniyekê encamên Giştpirsîna neqanûnî li Herêma Kurdistana Iraqê betal da zanîn û daxwza vegerandina Kerkûk û deverên din ên kêşeliser ser hakimiyeta dewleta navendî ya Bexdayê kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li vê daxûyaniyê ragihand: "Dûhatên giştpirsîna neqanûnî ya Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, dû pêsîra serokê vê herêmê bigirin".
Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê her viha li vê daxûyaniyê tevî sipasiya ji hemî dewlet û rêxistinên ku pişta yekîtiya Iraqê girtin, ragihand: "Di şert û mercên şerê dijî têrorîsmê, yekîtiya Iraqê mijara sereke ye".
Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna berteka tund a dewleta Iraqê, dewlet, parliman û dadgeha federal a vî welatî roja Duşemiyê li ser israr û pêgiriya serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî hat lidarxistin.
Ev karê Barzanî binpêkirina Qanûna bingehîn a Iraqê ye.
Sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên navçeyê, Ewropa û Amerîkayê tevî şermezarkirina karê Barzanî yê lidarxistina Giştpirsîna cudabûnê û dijzanîna vê yekê digel qanûna bingehîn a Iraqê, her cûre bandora qanûnî ya encamêîn vê giştpirsînê red kirin û li ser parastina yekparçetî û hakimiyeta neteweyî ya Iraqê pêgirî kirin.
Tenê Rêjîma Siyonîst ku li dû parçekirina welatên navçeyê ye, ji Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê piştgirî kiirye.