Biryara Bexdayê ya Kontrolkirina hemî riyên erdî û hewayî yên Iraqê
Dewleta navendî ya Iraqê biryar daye ku hemî derbasgehên zemînî û hewayî yên vî welatî bêxe bin kontrol û çavdêriya dewleta navendî.
Berdevkê dewleta Iraqê, Seid El Hedîsî roja Sêşemiyê got: "Dewleta navendî ya Iraqê hemî deriyên sînor, firokexane û heta derfirotina niftê ji vî welatî dê bêxe bin çavdêriya xwe".
Hevdem taxima dewleta Iraqê ragihand: "Heke firokexane û derbasgehên hewayî yên Herêma Kurdistana Iraqê heta sê rojên din nekevin bin kontrola dewleta navendî ya Iraqê, wê firrînên navneteweyî li vê herêmê bên qedexekirin.".
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê jî berêvariya roja Sêşemiyê li civîneke çapemeniyê li Bexdayê got: "Kabîneya dewletê biryar daye ku hemî derbasgehên zemînî û hewayî yên Iraqê bikevin bin çavdêriya dewleta navendî ya Iraqê".
Serokwezîrê Iraqê her wiha tevî neqanûnîzanîna Giştpirsîna ku li Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin, berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê bi sûcê 'Berfirehkirina hisê nefretê li nav gel' tawanbar kirin.
Serokwezîrê Iraqê li bara bûdceya giştî ya vî welatî jî destnîşan kir: "Bûdceya federal li ser esasa qanûna bingehîn vedigere dewleta navendî ya Iraqê; Çavkaniyên malî yên vî Herêma Kurdistana Iraqê bêyî çavdêriyê tên rêvebirin û bo hesabên kesane tên veguhestin".
Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna berteka tund a dewleta Iraqê roja Duşemiyê li ser israr û pêgiriya serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Ev karê Barzanî binpêkirina Qanûna bingehîn a Iraqê ye.
Li vî halî têlêvîziyona Kurdî ya Rûdawê berêvariya Sêşemiyê îdia kir ku encamên seretayî yên Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê nîşan dide ku gelê vê hrêmê bi rêjeya sedî 88ê beşdariya li Giştpirsînê kiriye.
Eva li halekî ye ku Hişyar Evdillah nûnerê parlimanan Iraqê û endamê Tevgera Goranê roja Sêşemiyê lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê mijareke kesane û partîtî da zanîn û got: "Sextekariyên berfireh li vê giştpirsînê pêk hatine".
Sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên navçeyê, Ewropa û Amerîkayê tevî şermezarkirina karê Barzanî yê lidarxistina Giştpirsîna cudabûnê û dijzanîna vê yekê digel qanûna bingehîn a Iraqê, her cûre bandora qanûnî ya encamêîn vê giştpirsînê red kirin û li ser parastina yekparçetî û hakimiyeta neteweyî ya Iraqê pêgirî kirin.
Tenê Rêjîma Siyonîst ku li dû parçekirina welatên navçeyê ye, ji Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê piştgirî kiirye.