Civata Bilind a Islamî ya Iraqê hişyarî da Mesûd Barzanî
Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ragahnd ku Herêma Kurdistana vî welatî dê jiber lidarxistina giştpisriyê berdêleke giran bide û tekez kir ku piştgiriya Rejîma Siyonîstî ji Hewlêrê jibo wê sûda xwe tinebe.
Civata Bilind a Islamî ya Iraqê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê li bara şerê eskerî li rojên pêşber tev Herêma Kurdistana Iraqê ji ber lidarxistina refrandoma cidabûnê ku bêyî destûra Iraqê û civaka navneteweyî hat lidarxistinê, hişyar da.
Refrandoma cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê tev dijberiya cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistana Iraqê hat lidar xsitin.
Ev kiryara Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye. Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Firat El-Şeri ji rayedarên meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê jî roja sêşemiyê li gotûbêja bi malpera nûçan a Bexda El-Yewmê got: Piştgiriyên Îsraîlê ji kurda dê dewamê neyne û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji ber şopandina riya Îsraîlê poşman bibin û ehvkariya dîplomatîk a navneteweyî ya li navçê û her wiha piştgiriya dewleta Iraqê ji dest bide. Di eynî demê de parlemana Iraqê roja duşemniyê wek berteka li hember lidarxistina gişpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistanê biryareke 14 xalî da ku qirae e parlemana Iraqê bernama qanûnî ya vê mijarê roja çarşemiyê bipejrîne. Dewlet û parlemana Iraqê, sekreterê giştî yê NY, welatên navçê, Ewrûpa û Emerîka, tevî şermezarkirina kiryara Barzanî jibo lidarxistina giştpirsiya cidabûnê û dijberiya wê tev qanûna bingehîn a Iraqê her cure tesîra qanûnî ya vê gişpirsiyê red kir û ser parastina yekperçetiya erdê Iraqê tekez kirin.