Civata Bilind a Islamî ya Iraqê hişyarî da Mesûd Barzanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272441-civata_bilind_a_islamî_ya_iraqê_hişyarî_da_mesûd_barzanî
Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ragahnd ku Herêma Kurdistana vî welatî dê jiber lidarxistina giştpisriyê berdêleke giran bide û tekez kir ku piştgiriya Rejîma Siyonîstî ji Hewlêrê jibo wê sûda xwe tinebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2017 17:59 Asia/Tehran
  • Civata Bilind a Islamî ya Iraqê hişyarî da Mesûd Barzanî

Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ragahnd ku Herêma Kurdistana vî welatî dê jiber lidarxistina giştpisriyê berdêleke giran bide û tekez kir ku piştgiriya Rejîma Siyonîstî ji Hewlêrê jibo wê sûda xwe tinebe.

Civata Bilind a Islamî ya Iraqê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê li bara  şerê eskerî li rojên pêşber tev Herêma Kurdistana Iraqê ji ber lidarxistina refrandoma cidabûnê ku bêyî destûra Iraqê û civaka navneteweyî  hat lidarxistinê, hişyar da.

Refrandoma  cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê tev dijberiya  cîhanî û berteka  tund a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara  Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistana Iraqê hat lidar xsitin.

Ev kiryara  Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye. Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Firat El-Şeri ji rayedarên  meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê jî roja sêşemiyê li gotûbêja  bi malpera nûçan a  Bexda El-Yewmê got: Piştgiriyên Îsraîlê ji kurda  dê dewamê neyne û rayedarên  Herêma Kurdistana Iraqê ji ber şopandina riya Îsraîlê poşman bibin û ehvkariya  dîplomatîk  a navneteweyî ya li navçê û her wiha  piştgiriya  dewleta Iraqê ji dest bide. Di eynî demê de  parlemana Iraqê roja duşemniyê wek berteka  li hember lidarxistina gişpirsiya  cidabûnê li Herêma Kurdistanê biryareke 14 xalî da ku qirae e parlemana  Iraqê bernama qanûnî ya   vê mijarê roja çarşemiyê bipejrîne. Dewlet û parlemana  Iraqê, sekreterê giştî yê NY, welatên navçê, Ewrûpa û Emerîka, tevî şermezarkirina kiryara  Barzanî jibo lidarxistina  giştpirsiya  cidabûnê û dijberiya wê  tev qanûna  bingehîn  a Iraqê her cure tesîra  qanûnî ya vê gişpirsiyê red kir û ser parastina  yekperçetiya erdê Iraqê tekez kirin.