Hin nunerên iraqî daxwaza wêdedayîna Fuad Mesûm kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272431-hin_nunerên_iraqî_daxwaza_wêdedayîna_fuad_mesûm_kirin
Piştî lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê hin nunerên parlemana vî welatî ser pêwîstiya wêdedayîna Fuad Mesûm ji posta serokkomariya Iraqê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2017 16:38 Asia/Tehran
  •  Hin nunerên iraqî daxwaza wêdedayîna Fuad Mesûm kirin

Piştî lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê hin nunerên parlemana vî welatî ser pêwîstiya wêdedayîna Fuad Mesûm ji posta serokkomariya Iraqê kirin.

Li gorî rapora Anadolunewsa Tirkiyê, hin nunerên Fraksiyona  Hevalbendiya Neteweyî li palemana Iraqê roja sêşemiyê raghandin ku li halê komkirina îmzeyan jibo wêdebirina  Fuad Mesûm serokkomarê Iarqê ji vê postê ne û hegera wê jî eva ye ku  wî sonda xwe wek serokkomar binpê kiriye.

Hesen Xelatî nunerê Fraksiyona  Hevalbendiya Neteweyî li parlemana Iarqê got: Fuad Mesûmê kurd jibo parastina yekperçetiya  erdê Iraqê sond xwariye lê wî sonda xwe cih neanî û cihneanîna  sondê jî tê wateya  binpêkirina wê.

Xanima  Bedr Esma El-Mûsewî endama din a Fraksiyona  Hevalbendiya Neteweyî li parlemana Iraqê ji dewletê xwest ku li bara berpisrên kurdî ku postên dewletê hene ji wan  serokkomar helwesta wxe nîşan dîyar bike û got: Tu hewceyî bi beşdariya parlimanterên  kurd ku piştgirî dan giştpirsiyê tine û divê parleman li bara wan  biryarê bide.

 El-Mûsewî  destnîşan kir: Gişpirsiya ku berpirsên Herêma Kurdistanê lidar xistin neqanûnî ye û nunerên parlemanê tev dewleta navendî divê hin tedbîran jibo parastina  yekperçetîya Iraqê bidin.

Wê tekez kir: Ew desta ji Kerkûkê û navçên kêşedar ku pêşmerge bi zorî xistin bin kontrola xwe, dev bernadin.