Ebadî: "Em dê li hemberî komplogeran li Herêma Kurdistana Iraqê rawestin"
Serokwezîrê Iraqê êvara Duşemiyê piştî bidawîhatina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî got: "Bexda wê encama vê giştpirsînê bi fermî nas neke û wê li bara wê behsê neke".
Heyder Ebadî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê bêyî hevhatina tev dewleta vî welatî hatiye lidarxistin, got: "Em dê hin tembîhan li ser komplogeran bisepînin".
Serokwezîrê Iraqê her wiha got: "Li gorî raporên belavbûyî rayedarên Hewlêrê welatiyên kurd ên iraqî bi zor û gefxwarinê anîbûn bo dengdayînê".
Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna dijayetiya cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja Duşemiyê li ser israr û pêgiriya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistin.
Ev karê Mesûd Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê bû.
Mêdyayên iraqî jî ragihandin ku hêzên Pêşmerge gef li rûniştiyên hin navçeyên kurdnişîn ên Iraqê xwaribûn ku heke beşdarî giştpirsînê nebin dê werin koçandin.