Parlemana Iraqê daxwaza wêdebirina serokkomarê vî welatî kir
Îlon 25, 2017 17:46 Asia/Tehran
parlemana Iraqê ji dadgeha qanûna bingehîn a vî welatî xwest ku mijara wêdebirina Fuad Mezûm serokkomarê Iraqê hilkole.
li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, parlemana Iraqê îro duşemiyê wek berteka giştpirsiya cidabûna li Herêma Kurdistana Iraqê, biryara 14 xalî da ku xala vê ya dawiyê li bara wêdebirina serokkomarê kurd ê vî welatî ye.
Nunerên parlemana Iraqê paşê bi şandina nameyekê bo dadgeha qanûna bingehîn a daxwza hilkolandina hêjatiya Fuad Mesûm serokkomarê kurd ê Iraqê li gor xala 61 a qanûna bingehîn kirin.
Biryar e parlemana Iraqê bernama qanûnî ya vê meselê çarşemiyê bipejrîne.