Pişkeke hêzên Heşdi Şeibîyê ber bi Selahedînê ve hatin şandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272337-pişkeke_hêzên_heşdi_Şeibîyê_ber_bi_selahedînê_ve_hatin_şandin
Çiqa 23 ya Heşdi Şeibîyê ji bo sekinîna li hemberî her cure bûyera nişkêve ya bi hegera lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, ber bi Tozxormato li parêzgeha Selahedînê ve bi rê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2017 15:15 Asia/Tehran
  • Pişkeke hêzên Heşdi Şeibîyê ber bi Selahedînê ve hatin şandin

Çiqa 23 ya Heşdi Şeibîyê ji bo sekinîna li hemberî her cure bûyera nişkêve ya bi hegera lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, ber bi Tozxormato li parêzgeha Selahedînê ve bi rê ket.

Li gorî rapora Kanala Al Alamê, çavkanîyekî ewlehîyê li parêzgeha Dîyale ya Iraqê ragihand: Ev çiqa hêzên Heşdi Şeibîyê ji bo parastina ewlehîya Iraqê û hêzên Heşdi Şeibî yên li Tozxormatoyê di dema pevçûna di navbera wan û hêzên kurd de, ber bi vê navçê ve hatîye şandin û ew ê li nêzîkî devera Silêman Begê bi cih bibin.

Li Tozxormatoyê Tirkmen, Kurd û Ereb dijîn û ev devera ji wan deveran e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser wan nakokî hene.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro ferman da hêzên çekdar ên vî welatî ku ji bo piştgirîya ji welatîyên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dikevin ber gefê an zordarîya ji bo pişkdarîya li giştpirsîyê, bikevin dewrê.