Parlemana Iraqê bêyî amadebûna parlemanterên kurd daxwaza parastina yekperçetîya axa vî welatî kir
Serokê parlemana Iraqê îro li meclisê ku parlimanterên kurd têda pişkdar nebûn, careka din giştûirsîya cidabûna Herêma Kurdistana vî welatî neqanûnî da zanîn û ji dewleta navendî ya Iraqê xwest ku tevdîrên pêwîst ji bo parastina yekperçetîya axa Iraqê bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Selîm Cibûrî li civîna îro ya meclisa Iraqê herwiha got: Parlimana Iraqê ji dewleta navendî dixwaze ku hemî tivdîrên pêwîst ji bo parastina yekperçetîya axa Iraqê bike.
Wî careka din tekez kir ku parlimana Iraqê giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana vî welatî berovajî destûra bingehîn a Iraqê û encamên wê jî dûrî hitbara qanûnî dizane.
Giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê îro li halekî dest pê bû ku dewleta navendî ya Bexdayê, welatên navçê û yên derveyî navçê li dijî vê giştpirsîyê ne.