Peyama televîzyonî ya Ebadî ji bo gelê Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272263-peyama_televîzyonî_ya_ebadî_ji_bo_gelê_herêma_kurdistana_iraqê
Serokwezîrê Iraqê li peyameke televîzyonî ji bo gelê Herêma Kurdistana vî welatî, careka din li ser pêwîstîya parastina yekperçetiya axê û pêngavên pêwîst ji bo parastina yekperçetîya Iraqê sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2017 07:51 Asia/Tehran
  • Peyama televîzyonî ya Ebadî ji bo gelê Herêma Kurdistana Iraqê

Serokwezîrê Iraqê li peyameke televîzyonî ji bo gelê Herêma Kurdistana vî welatî, careka din li ser pêwîstîya parastina yekperçetiya axê û pêngavên pêwîst ji bo parastina yekperçetîya Iraqê sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê çend saetan berî destpêbûna giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kuridstana vî welatî, li peyameke televîzyonî li peyameke televîzyonî ku destpêkê bi wergêra kurdî û paşê bi erebî hat weşandin, tevî rexnegirtina ji biryara yekalî û neqanûnî ya Mesûd Barzanî serokê vê herêmê têkildarî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê got: Dewleta Bexdayê di warê parastina yekperçetîya axa Iraqê de pêngavên din kifş kirine û yê di dema guncav de ragihîne.

Serokwezîrê Iraqê careka din pirsgirêkên Herêma Kurdistana Iraqê navxweyî dan zanîn û xwest ku babetên darayîyê ji wan derhatên niftê yên vê herêmê bên zelalkirinê.

Li gorî nûçeyeke din, Fraksyona Al Ahrar ser bi Bereya Sedir li parlemana Iraqê Barzanî berpirsê dûhatên şûm ên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn û ji dewleta navendî xwest ku pêngavên pêwîst di warê piştgirîya ji yekperçetîya ax  û tifaqa Iraqê de rake.