Têkbirina komeke terorîstî li paytexta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272133-têkbirina_komeke_terorîstî_li_paytexta_iraqê
Navenda ragihandinê ya cengê ya Iraqê raghand: Rêxistina îstixbarata polîsê navendî ya vî welatî ser bi Ajansa îstixbaratî û ewlehî û lêkolînên Iraqê, komeke terorîstî li Bexdayê keşf kiriye û îmha kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2017 14:47 Asia/Tehran
  • Têkbirina komeke terorîstî li paytexta Iraqê

Navenda ragihandinê ya cengê ya Iraqê raghand: Rêxistina îstixbarata polîsê navendî ya vî welatî ser bi Ajansa îstixbaratî û ewlehî û lêkolînên Iraqê, komeke terorîstî li Bexdayê keşf kiriye û îmha kiriye.

 Li gorî rapora roja  şemiyê ya  El-Alamê, erkantiya raghandina  cengê li Iraqê got: Ev tora tereorîstî li Bexdayê û parêzgehên başûrî dixwest ku  êrişî ser kombûna  ziyaretkiran û taximên  tazîdariyê li meha Muheremê bike.

 Rêxistina îstixbarata  polîsê navendî ya Iraqê jî got: Tora  terorîstî ya keşfbûyî, hejmarek ji endamên întiharî jibo cihanîna  êrişên curbicur  amade kiribû lê bi hezkirina  xwedê telala û bi piştgiriya hêza hewayî ya artêşa Iraqê, ev tora terorîstî hat têkbirin.

 Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên  berdewam li hember hêzên iraqî li navçên curbicure vî weltî zêdetir ji berê berê xwe dane  teqînên kor û kuştina xelkê sivîl li bajarên  curbicure Iraqê .

 Li gor nûçeyeke din, Raid Şakir Cewdet serokê polîsê navendî yê Iraqê raghand: Hêzên polîsê navendî gundên  El-Eleke, El-Sirûc, El-Rehme, Şet El-Ceder, REsm Şet El-Ceder, Resm Hewşî û El-şawî li rojhilata  Şerqatê li bakurê parêzgeha  Selahedînê ji lepên  DAIŞê azad kirin.

 Hêzên  leşkirê 18`an  a besîca gelanî ya Iraqê jî roja şemiyê kontrola pireya  El-Zerke, pireya sereke ya  navbera du bajarên  Tûzxormatûyê û Tikrîtê li mêhwera  başûrê Howîcê bi dest xistin.