Bi dawîhatina qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huwîceya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272029-bi_dawîhatina_qonaxa_yekem_a_operasiyona_azadkirina_huwîceya_iraqê
Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huweycê li başûra rojavaya Kerkûkê û li bakura Iraqê bi dawî hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2017 10:52 Asia/Tehran
  • Bi dawîhatina  qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huwîceya Iraqê

Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huweycê li başûra rojavaya Kerkûkê û li bakura Iraqê bi dawî hat.

Li gor rapora Al-Alamê, Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê duh ji zarê fermandarê operasiyona azadkirina Huweycê serleşkerê erkantiyê Ebdulemîr Reşîd Yarellah ragihand ku Yekîneyên polîs, hêzên reaksiyona lezgîn û yekîneyên curbicur ên Heşda Şebî karîn ku deverên Kehare, Şîrawe, Fewce, Kenûsa bakûrê û Kenûsa Başûrê, Xerabe Zerd û 14 gundên din li qonaxa yekem ji destê DAIŞ`ê derxin û ala Iraqê li wir rakin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî serkevtinên hêzên curbicur ên Iraqê li bereyên curbicur bi taybet li Huweycê pîroz kir.