Civîna serokkomarê Iraqê tev alîkarên wê li bara giştpirsiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271827-civîna_serokkomarê_iraqê_tev_alîkarên_wê_li_bara_giştpirsiyê
Serokkomarên Iraq û alîkarên wî li civîneke hevpar alugurên siyasî yên du welatan û bitaybet mesela giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2017 16:42 Asia/Tehran
  • Civîna  serokkomarê Iraqê tev alîkarên  wê li bara giştpirsiyê

Serokkomarên Iraq û alîkarên wî li civîneke hevpar alugurên siyasî yên du welatan û bitaybet mesela giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê hilkolandin.

 Li gorî rapora  Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja sêşemiyê li civîna  tev Nûrî Malikî û Eyad Elawî alîkarên xwe  ser pêwîstiya  parastina  yekitiya neteweyî û jiyana biaşitî navbera iraqiyan tekez kir.

 Vî berpirsê iraqî pêwîstiya  cihanîna  muzakiran û  danûstandina navbera aliyên siyasî  jibo bidestxistina hevhatina siyasî bi armanca  kutabûna  aloziyên  niha da zanîn.

 Fuad Mesûm roja duşemiyê jî tev Selîm Cbûrî serokê parlemana Iraqê li bara dûhatên  lidarxistian  giştpirsiya  li Herêma Kurdistana  vî welatî  şêwirîn.

  Di eynî demê de , çavkaniyên  siyasî yên Iraqê li bara  paşdexistina  sefera Ebadî serokwezîrê vî welatî bo Niyoyorkê jibo beşdariya  li civîneke  taybet li bara lidarxistina  giştpirsiya  li Herêma Kurdistana Iraqê agahî dan.

 Biryar bû Ebadî siba roja  sêşemiyê Ji Iraqê here Emerîkayê ku li civînên  civata giştî ya NY beşdar bibe.