Ketina hêzên iraqî nav navçeya El Rihaniyê
Hêzên iraqî karîn derbasî nav navçeya El Rihaniyê ya li rojavaya El Enbarê bibin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fanûsê, artêşa Iraqê ku du rojan beriya niha bajarê Ekaşatê ya li parêzgeha El Enbarê ji bin lepên tekfîryên DAIŞ`ê derxistibû, piştî ku bi dehan endamên tekfîr kuştin, karî derbasî El Rihaniyê bibe.
Ev li halekê ye ku hêzên iraqî ji sibeha îro ve jî operasyona azadkirina bajarê Enê li rojavaya El Enbarê dest pê kiribûn.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, herwiha ji qewimîna du teqînan li bakûr û başûra Bexdaya paytexta Iraqê agahî dan.
Bombeyeka ku ji pêş ve hatibû danîn, li navçeya El Taremiye li bakûra Bexdayê teqiya. Di encama vê teqînê de kesek hate kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku ev bombeya li kêleka kolanê û li nêzîkî komavahiyeka pêşeyî, hatibû danîn. Herwiha di encama teqîneka din a li başûra Bexdayê de, sê kes ji hêzên Heşda El Eşayirî birîndar bûn.
Ev bombeya li kêleka kolanekê li navçeya El Keraxûlê li başûra Bexdayê teqiya.