Hevpeymaniya neteweyî ya Iraqê: Bila Bexda her karekî jibo parastina yekitiya welêt bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271789-hevpeymaniya_neteweyî_ya_iraqê_bila_bexda_her_karekî_jibo_parastina_yekitiya_welêt_bike
Rêberên hevalbendiya hevpeymaniya neteweyî ya Iraqê, ji dewleta navendî xwestin ku bila her bernameyekê jibo parastin û xurtkirina yekitiya welêt bikar bînîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2017 12:46 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya  neteweyî ya Iraqê: Bila Bexda her karekî jibo parastina yekitiya welêt bike

Rêberên hevalbendiya hevpeymaniya neteweyî ya Iraqê, ji dewleta navendî xwestin ku bila her bernameyekê jibo parastin û xurtkirina yekitiya welêt bikar bînîn.

 Li gorî rapora Fars Newsê, rêberên  hevalbendiya  neteweyî bi serokatiya  Seyd Emar Hekîm li civîna  roja duşemiyê ya xwe raghandin ku qet encama giştpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê bi fermî nas ankin û daxwaza  bikaranîna  hemî bernameyên  heyî jibo xurtkirina  yekitiya  Iraqê kirin.

 Taxima  rêberên  hevalbendiya  hevpeymaniya  neteweyî bi serokatiya  seyd Emar Hekîm li vê civînê, mesela  giştpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistanê hilkolandin û tekez kirin ku divê baweriya xwe li hemî xalên  qanûna bingehîn  bînin û ser bisekinin û nabe  li hemebr xalên wê bi kêfa dilê xwe reftarê bikin.

 Rêberên beşdarê vê civînê, daxwaza gotûbêja  cidî ya neteweyî û kûr û hewseng jibo çareseriya  pirsgirêkên navbera  dewleta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kirin û ji dewleta Iraqê xwestin ku bila  hemî bernaman jibo xurtkirina  yekitî û yekperçetiya welêt bikar bîne.