Fermandeyekî Heşdi Şeibîyê: Kerkûk kilîda çareserkirina qeyrana digel Herêma Kurdistana Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271787-fermandeyekî_heşdi_Şeibîyê_kerkûk_kilîda_çareserkirina_qeyrana_digel_herêma_kurdistana_iraqê_ye
Yek ji fermandeyên Heşdi Şeibîyê û yek ji endamên berbiçav ên Rêxistîya Bedrê got ku Kerkûka niftzêm kilîda çareserkirina qeyrana tev Herêma Kurdistana Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2017 12:21 Asia/Tehran
  • Fermandeyekî Heşdi Şeibîyê: Kerkûk kilîda çareserkirina qeyrana digel Herêma Kurdistana Iraqê ye

Yek ji fermandeyên Heşdi Şeibîyê û yek ji endamên berbiçav ên Rêxistîya Bedrê got ku Kerkûka niftzêm kilîda çareserkirina qeyrana tev Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Moîn Kazimî yek ji fermandeyên hêzên Heşdi Şeibî îro ji nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê re got ku Mesûd Barzanî serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê bi dû serdestîya li ser nifta Kerkûkê û firotina rojê milyonek bermîl nifta vî şarî ye û heke dewleta navendî ya Iraqê kontrola vî bajarî bigire destê xwe, meseleya giştpirsîyê yê li piratîkê pûç bibe.

Wî herwiha got ku li gorî derfeta kêm a ku heta lidarxistina giştpirsîyê li gorî zext û zorên navxweyî û derveyî hene, Mesûd Barzanî çareyek bilî peydakirina rêçareyekê jibo derketina ji vê qeyranê tineye.

Kazimî hişyarî da ku heke serokê PDK`ê ser helwesta xwe israrê bike, rewş yê aloztir û girantir bibe.