Teqînek li bajarê Bêciyê li Selahedîna Iraqê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271785-teqînek_li_bajarê_bêciyê_li_selahedîna_iraqê_qewimî
Li encama êrişa întiharî ser xwaringeheke geştyariyê li Bêciyê li parêzgeha Selahedînê, li bakurê Iraqê, pênc kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2017 12:09 Asia/Tehran
  • Teqînek li bajarê Bêciyê li Selahedîna Iraqê qewimî

Li encama êrişa întiharî ser xwaringeheke geştyariyê li Bêciyê li parêzgeha Selahedînê, li bakurê Iraqê, pênc kes hatin kuştin.

Li gorî rapora El-Alamê, Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku li encama êrişa hanê ku roja sêşemiyê cih hat, 34 kes jî birîndar bûne.

Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên  li dû hev  ji hêzên iraqê li navçên curbicure vî welatî, zêde ji berê dest bi teqînan û kuştina xelkê sivîl li bajarên  curbicure Iraqê kirine.

  Di eynî demê de,  Qeterî El-Ubeydî ji fermandên  eskerî li parêzgeha  Enbarê li gotûbêja  bi Someriye Newsa Iraqê got: Endamên DAIŞê bi komî ji Enahê revîne  bajarê Raweyê li 230 km ya  rojava Remadiyê.

 El-Ubeydî her wiha got: Ev revîna komî ya terorîstan piştî işkest û  têkçûna  DAIŞê li operasyoan  eskerî ya berfireh jibo azadkirina  bajarê  Enahê cih tê.

 Operasyona  azadkirina  bajarê Enahê li parêzgeh  Enabra Iraqê ji kontrola  grûpa terorîstî ya DAIŞê, vê sibê bi beşadriya  hêzên artêşê, hêzên polîs,  Heşda Şebî û hêzên  Heşda  El-Eşayirî destpê bûye.