Serokomar û serokparlimanê Iraqê li bara dûhatên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê hişyarî dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271783-serokomar_û_serokparlimanê_iraqê_li_bara_dûhatên_giştpirsîya_cidabûna_herêma_kurdistanê_hişyarî_dan
Serokomar û serokê parlimana Iraqê têkildarî dûhatên bixeter ên giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kuridstana vî welatî hişyarî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2017 12:05 Asia/Tehran
  • Serokomar û serokparlimanê Iraqê li bara dûhatên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê hişyarî dan

Serokomar û serokê parlimana Iraqê têkildarî dûhatên bixeter ên giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kuridstana vî welatî hişyarî dan.

Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Fuad Meisûm serokomar û Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê şeva buhurî li bara dûhatên lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî rawêjkarî kirin.

Meisûm û Cibûrî li ser pêwîstîya girîngîya bihêzkirina hevkarîya dezgehên bilind ên Iraqê sekinîn û tekez kirin: Ev pêngava jibo aramkirina atmosferê û kontrolkirina qeyranên ku pêşketina pêvajoya sîyasî pêrgî pirsgirêkê dikin, bibandor e.

Serokkomarê Iraqê herwiha li ser pêwîstîya zêdekirina hewldanên jibo handana alîyên curbicur jibo pêkanîna gotûbêjên kêrhatî, dûrketina ji gêresazîyên ku mimkin e qeyrana niha aloztir bikin û hilkolandina rêçerên meseleyên nakokî li ser wan hene sekinî.