Iraq 500 kes ji hevjînên endamên DAIŞ`ê vedigerîne welatên wan
Endamekî konseya bajarê Neynewayê raghand ku 500 hevjînên terorîstên DAIŞ`ê tev 800 zarokên wan ji bo navenda girtiyan ji bo ku rewşê jibo vegerandina wan bo welatên wan amade bikin, tên veguhestin.
Li gorî rapora ISNA`yê, ev jin û zarok li Mûsilê, duwem bajarê mezin ê Iraqê û navenda sereke ya DAIŞ`ê li vî welatî piştî rizgarkirina wî ji aliyê hêzên iraqî, hatin girtin.
Endamekî konseya bajarê Neynewayê ji France Pressê re got: Ew li navenda girtiyan li Tel Kêfê û bin çavdêriya hêzên ewlehiyê yên Iarqê de tên xweyîkirin da ku beriya derketina ji welêt dosiyên wan werin hilkolandinê.
Li gorî gotina yek ji rayedarên Iraqê, hevjînên têrorîstên DAIŞ`ê û zarokên wan roja yekşemiyê ji kempekê ku ji aliyê ajansên gîhandina alîkariyê yên navneteweyî li 60 km ya başûrê bajarê Mûsilê hatibû çêkirin, bo navenda girtiyan hatin veguhestin .
Rayedarekî pilebilind ê Iraqê got: 509 jin û 813 zarok hatine girtin ku ji 13 neteweyên curbicure ewrûpî, asiyayî û emerîkî ne, her wiha li gorî gotina rayedarekî dewletî, nêzîkî 300 kes ji wan ji Tirkiyê ne.
Yek ji wezîrên Iraqê ji France Pressê re got: kesên girtî hin kesên biyanî ne ku bi awayekî neqanûnî derbasî nava welêt bûne. Wî her wiha got: Divê pêngavên hiqûqî li dijî wan were rakirin ji ber ku dema girtinê, li navça bin fermana terorîstan de bûn.
Piraniya kesên girtî, ji Tirkiye, Azerbaycan, Rûsiye û Tacîkistanê ne.