Êrişa hewayî ya Iraqê ser çeperên DAIŞ`ê li axa Iraqê
Balafirên cengê yên Iraqê bo cara duyem wek êrişa di meha Sibata buhurî de, çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li nav axa Sûrîyê li deverên Meyadîn û Dêrezorê ku nêzîkî sînorên Iraqê ne, dan ber bombeyan.
Li gorî daxûyanîya wezareta karên hundur a Iraqê, balafirên cengê yên Iraqê di encama opêrasyonekê de, 6 çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li devera Meyadînê li Sûrîyê dan ber bombeyan ku di encamê de 3 maşînên bombekirî, cebilxaneyek û qawûşên teqandinê hatin teqandinê û bi dehan têrorîst jî hatin kuştinê.
Wezareta karên hundur a Iraqê li vê daxûyanîyê behsa dema cihanîna vê opêrasyonê nekirîye.
Çavkanîyekî li wezaeta berevanîya Iraqê jî ragihand: Êrişên artêşa vî welatî ser çeperên têrorîstên DAIŞ`ê bi hevdengîya digel Sûrîyê pêk hatine.
Balafirên cengê yên Iraqê herwiha cihê kombûna têrorîstên DAIŞ`ê li çend deveran li axa Iraqê ji wan li Ekaşat, Ene û Qaimê li parêzgeha Al Anbarê kirin armanca êrişan ku ji 11 heta 16`ê Îlonê 42 armanc hatine têkbirin û 306 têrorîst jî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.