DAIŞ`ê serkirdeyekî xwe ser jêkir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271521-daiŞ_ê_serkirdeyekî_xwe_ser_jêkir
Koma têrorîst a DAIş`ê serê serkirdeyekî xwe li Hewîcê jêkir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 16, 2017 12:56 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê serkirdeyekî xwe ser jêkir

Koma têrorîst a DAIş`ê serê serkirdeyekî xwe li Hewîcê jêkir.

Li gorî rapora kanala Sûmeriye News`ê, çavkanîyên herêmî li parêzgeha Kerkûkê duh înîyê ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê yek ji fermandeyên xwe yên pilebilind li bajarê Hewîcê ser jêkir.

Navê wî têrorîstî Ebû Qutade Muhacir bû ku welatîyê welatekî cînarê Iraqê bû û yek ji berpirsên pilebilind ên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Hewîcê bû.

Ew têrorîsta berpirsê amadekirina xwekujên koma têrorîst a DAIş`ê li Hewîcê bû.

Dadgeha qaşo şerê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê cezaya mirinê jibo vî têrorîstî bi tawana hewldana jibo revîna ji deverên DAIŞ`ê birîbû.