Ragihandina qedexetiya hatûçûnê bi dû teqîna terorîstî ya li Tikrîtê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271517-ragihandina_qedexetiya_hatûçûnê_bi_dû_teqîna_terorîstî_ya_li_tikrîtê
Bi dû qewimîna teqîna terorîstî ya li dibistanekî li Tikrîta navenda parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê, hêzên ewlehiyê bona peydakirina sebebkarên din ên teqandinê, li vê navçeyê qedexeya hatûçûnê ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 16, 2017 12:19 Asia/Tehran
  • Ragihandina qedexetiya hatûçûnê bi dû teqîna terorîstî ya li Tikrîtê

Bi dû qewimîna teqîna terorîstî ya li dibistanekî li Tikrîta navenda parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê, hêzên ewlehiyê bona peydakirina sebebkarên din ên teqandinê, li vê navçeyê qedexeya hatûçûnê ragihandin.

Ligorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyeka ewlehiyê li parêzgeha Selahedîna Iraqê, roja şemiyê ragihand: Hêzên hevpar ên ewlehiyê, êrişa terorîstî ya sê endamên  DAIŞ`ê ku Ketibûne nav dibistanekê li komavahiya El Dwwrê li başûra rojhilata Tikrîtê, pûç kirin.

Li gorî rapora vê çavkaniya ewlehiyê ku xwest navê wê neyê gotin, sebebkarekî terorîstî, kembera xwe, li nav dibistanê teqand, bêyî ku derbeyek li tu kesî bikeve û du sebebkarên din jî reviyan.

Berî niha çavkaniyeka ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê, 15 meha Tebaxa buhurîî, ragihandibû ku 5 endamên DAIŞ`ê hatine kuştin ku dil hebûn li rojhilata vê parêzgehê, operasyona terorîstî cih bînin.

Parêzgeha Selahedînê û navneda wê yanê bajarê Tikrîtê, hin caran dibine şahidê êrişên bişidet ên terorîsan dijî xelkê sivîl û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.