Azadkirina 9 gundên din li rojhilata Hums a Sûriyê
Artêşa Sûriyê li dewama operasyona xwe ya li rojhilata parêzgeha Humsê, bi azadkirina 9 gundên din, kêm maye ku bi awayekî tam ev navçeya ji hebûna terorîstên DAIŞ`ê paqij bike.
Çavkaniyeka leşkerî, Ajansa nûçeyan a SANA`yê re ragihand ku hêzên sûrî, li operayona xwe ya duh, karîne 14 gund û bajarpkan li navçeya Ceb El Cerahê azad bikin.
Gundê Eneq El Hewa, yek ji navendên herî girîng ên terorîstên DAIŞ`ê li Ceb El Cerahê tê hesêb û bi van pêşveçûnan, parêzgeha Humsa Sûriyê jî hin nemaye ku ji terorîstan paqij bibe.
Hêzên sûrî herwiha karîn gundên Um Recem, Mezreet Nezal, Şelîlat, El Emûdiye, El Hewiye, Um El Tebabîn El Xan û Resm El Sewane, li rojhilata Humsê azad bikin.
Jibilî azadkirina van gundan, hêzên Berxwedanê karîn li ser şeş bilindiyên stratêjîk ên ku bi giştî 90 kîlometreya çarkunc digirin ber xwe, serdest bibin.
Li gorî nûçeyeka din, koma terorîst a Cêyş Ul Ehrarê ku yek ji komên herî mezin ên li hevalbendiya Cibhet Tehrîr El Şamê ye, ragihand ku ji vê hevalbendiyên cida bûye û veqetiyaye.