Vekişîna DAIŞ`ê ji devera Ekaşat a rojavaya Al Anbar a Iraqê
Çavkanîyên iraqî ragihandin ku çekdarên koma têrorîst a DAIŞ`ê çend sietan piştî destpêbûna opêrasyona azadkirina devera Ekaşatê li parêzgeha El Enbarê li rojavaya Iraqê, ji vê deverê paşde vekişîyan.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, wan çavkanîyên iraqî tekez kirin: Çekdarên koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Ekaşatê li parêzgeha Al Anbarê qet li ber xwe nedan.
Di vî halî de, bi dû ragihandina opêrasyona berfire jibo azadkirina devera Ekaşatê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê, fermandetîya opêrasyona Al Anbarê ragihand ku hêzên hevpar ên ewlehîyê giheştine derîyên devera Ekaşatê.
Çavkanîyekî leşkerî li hevpeyvîna digel televîzyona Someriye New`ê ragihand ku ev oêêrasyona berfire di sietên destpêka îro de bi armanca azadkirina devera Ekaşatê li bakûra rojavaya şarê Retebê ji çend mêhweran ve destpê bû.
Ekaşat ketîye navbera sînorên hevpar ên Iraq û Urdinê û Qaimê li sînorên Iraq û Sûrîyê.
Wî çavkanîyî ku nexwest navê wî bê şakirakirin, got: Yekîneyên artêş û çiqên 1 û 8 û 10 ên artêşê û koma taktîkê ya polîsên Al Alanbarê, Heşdi Şeibî, hêzên eşîretan û balafirên cengê yên artêşa Iraqê li vê opêrasyonê pişkdar in.
Ji hêla din ve, Şaxevan Ebdulah endamê komîteya ewlehî û berevanîyê ya meclisa Iraqê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a fermî ya Iraqê bi gotina vîya ku hevdengîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li bara opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê didomin, ragihand: Tê payîn ev opêrasyona berî kutabûna me Îlonê destpê bibe.
Bajarê Hewîcê û deverên Reşa, Zab, Rîyaz Ebasî li başûra rojavaya Kerkûkê ji 10`ê Hezîrana sala 2014`an ve di bin dagikerîya DAIŞ`ê de ne û hêzên ewlehîyê yên Iraqê xwe jibo azadkirina wan di rojên pêş de amade dikin.