Destpêbûna operasiyona hêzên iraqî li rojavaya El-Enbarê
Navenda ragihandin û propagandeyên şêr a artêşa Iraqê ji destpêbûna operasiyona berfireh a azadkirina navça Ekaşat li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê xeber da.
Li gor rapora IRIB nEWS`ê, Navenda ragihandin û propagandeyên şêr a artêşa Iraqê ragihand: Operasiyona azadkirina navça Ekaşat li bakûra rojavaya bajarê El-Rutbe li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya Iraqê ji îro sibê destpê bûye.
li operasiyona azadkirina navça Ekaşat`ê bilî hêzên bejayî û hewayî ya artêşa Iraqê, yekîneya taktîkî ya polîsê El-Enbarê û hêzên gelanî yên vî welatî û eşîretên navçê jî pişkdarin.
Navenda ragihandin û propagandeyên şêr a artêşa Iraqêragihand ku azadbûna navça Ekaşat ewlehiya sînorên navnetewî ya bakûr û rojavaya Iraqê dabîn dike.
Ji Hezîran sala 2014 grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê pişkin ji bakûr û rojavaya Iraqê dagîr kir û dest bi cinayetên nemirovane li vî welatî kir.
Li mehên vê dawiyê ji ber hevkariya artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî derbên giran li terorîstan ketin û çend bajarên vî welatî yên wekî Remadî û Tekrîtê ji destê terorîstan hatine derxistin.