8 partîyên tirkmanî li Kerkûkê giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê boykot kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271123-8_partîyên_tirkmanî_li_kerkûkê_giştpirsîya_herêma_kurdistana_iraqê_boykot_kirin
8 partîyên tirkmanî li Kerkûkê giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî boykot kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2017 14:42 Asia/Tehran
  • 8 partîyên tirkmanî li Kerkûkê giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê boykot kirin

8 partîyên tirkmanî li Kerkûkê giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî boykot kirin.

Li gorî rapora televîzyona Rusia Al Yewmê, wan 8 partîyên tirkmanî li civîneke rojnamevanîyê tekez kirin ku yê encama vê giştpirsîyê bi fermî nas nekin û ewê berçav negirin.

Wan ragihandin ku kifşkirina çarenûsa Kerkûkê bi lihevkirin û gotûbêjê pêkan e.

Samî Evdilezîz Beyatî endamê Partîya Tirkmanî ya Al Heqê got: Em ji gelê tirkman dixwazin ku giştpirsîyê boykot bikin û têda pişkdar nebin û em encama vê giştpirsîyê bi fermî nas nakin û encama wê jî berçav nagirin û em ê ewê wek ``tu dibê qey tineye`` bihesibînin.

Wî herwiha got: kifşkirina çarenûsa Kerkûkê bi lihevkirin û gotûbêjê pêkan e û sepandina alîyekê ser nakeve û yê tûşî işkestê bibe.