El Riyaz: Ebadî diçe Tirkiyê
Rayedarekî nêzikî serokwezîrê Iraqê qala sefera nêzikdem a wî bo Enqerê kir
Li gorî rapora ISNA`yê, li gorî nivîsîna rojanmeya El Riyaza Erebistanê, rayedarekî nêzikî Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew ê bi vê zûtirkê sefera Tirkiyê bike.
Vê rojnameyê her wiha ragihand ku ev sefer bi mebesta hevahengiya helwêstên du welatan berî lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê pêk tê.
Wezîrê karên derve yê Tiorkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû ku dawiya meha buhurî ya zayînî sefera Iraqê kiribû ji Heyder Ebadî xwest ku here Tirkiyê.
Serokwezîrê Iraqê li ser pêwîstioya paşdakişiyana hêzên Tirkiyê ji baregeha leşkerî ya Başîqê li rojhilata bajarê Mûsilê ku roja 10ê Tîrmeha 2017an ji aliyê hêzên hevpar ên iraqî va hat azadkirin, pêgirî kir.
Vî rayedarî ku nexwest navê wî were aşkirajkirin, got: ``Armanca vê seferê hilkolandina peywendiyên dualî ye``.
Rayedarê navbirî her wiha destnîşan kir ku dosyeyên herî vekirî ku du alî wê li ser wan biaxivin, dosyeya Giştpirsînê ye ku Hewlêrê dil heye roja 25ê Îlona 2017an li dar bixe û Enqere û Bexda li dijî vê yekê ne.
Vî rayedarî di dawî da destnîşan kir ku du aliyan her wiha li ser dosyeyên têkoşîna li hemberî têrorîsmê biaxivin.
Eva li helakeî ye ku Casim Mihemed Ceifer nûnerên Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê roja 5`ê Îlona 2017an qala seefra jipêş nediyar a Heyder Ebadî bo Fransa û Tirkiyê kiribû.