Peydakirina belgeyên giring ên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyala Iraqê
Hêzên iraqî li operasyona parzêgeha Diyalê, li rojhilata Iraqê, belgeyên giring ji grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê keşf kirin.
Roja şemiyê, fermandetiya operasyona Dicleyê li bara destpêbûna operasyona azadkirina bakurê rojhilata parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê, jibo kutakirina xebata koma terorîstî ya DAIŞê li vê navçê agahî da.
Li gorî rapora El-Alam`ê ji zarê rayedarekî ewlhiyê li parêzgeha Diyala Iraqê, hêzên hevpar bi piştgiriya Heşda Şebî dema operasyona paqijkirina meqerên DAIŞ`ê li Wadî Selabê li 80 Kîlomitriya bakurê rojhilata Beqûbê mêmoriyek ku têde zaniyariyên li bara nasname û howiyeta endamên DAIŞ`ê her wiha kiryarên wan hebûn, peyda kirin.
Li gorî vê raporê, Ebûezra terorîstê ku qaşo wek mîrê Diyalê tê naskirin, tev sêzde terorîstên din, duh li şerê Wadî Selabê hatin kuştin.
Hevgav, Ziyad Xelîfe, fermandê Tîpa 24 a Heşda Şebî jî bal kişand ser operasyona şopandina terorîstan û naskirina cihê xweveşartina wan li navçên Niftxane li bakurê rojhilata parêzgeha Diyalê û got: ``Li vê operasyonê, navçe ji her cure mayn û teqemeniyan hat paqijkirin û cebilxaneyek ya terorîstên DAIŞê jî hat îmhakirin``.