Tekezkirina Cibûrî ser hevkariya hêzên siyasî û neteweyî yên Iraqê
Serokê parlemana Iraqê li hevdîtina tev Emar Hekîm serokê partiya Hikmeya Iraqê ser hevkariya hêzên siyasî û neteweyî jibo bi serûberkirina rewşa navxweyî ya vî welatî tekez kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê roja şemiyê li vê hevdîtinê bal kişand ser guhertina vî welatî wek yek ji mêhwerên giring û kara li pêvajoya damezrandina aramiya navçê bi serketina li hember terorîzmê û got: ``biserûberkirina rewşa navxweyî ya Iraqê bi curekê ku edaleta civakî û wekheviyê û yekperçetiya gelê Iraqê garantî bike, hevcedarê hevkariya hêzên siyasî û neteweyî ye``.
Cibûrî her wiha bal kişand ser vê yekê ku Iraq bereberê derbaskirina qonaxa terorîzma DAIŞ`ê û komên cinayetkar ser bi wê ye, venihêrîna pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên heyî û hebûna wêrektiyê bi armanca bidestxistina rêçareyên rastîn jibo wna pêdivî da zanîn.
Li gorî vê raporê, alûgorên ewlehî û siyasî yên Iraq û navçê, giringiya hevkarî û peywendiya navbera komên iraqî jibo bidestxistina nihêrînên hevpar li gorî alugurên qonaxa nû ji van mijarên hilêxistî li hevdîtina serokê parlemanê û serokê partiya Hikme ya Iraqê bû.
Serokê parlemanê û serokê partiya Himketa Iraqê mijarên din yên mîna hilbijartin, vegerandina awareyan, avedankirina navçên xisardîtî ji dagirkeriya terorîstan, giringiya xebitandina hokarên geşatiya aborî û cihhatina berjewendiyên Iraqê hilkolandin.