Tekezkirina Cibûrî ser hevkariya hêzên siyasî û neteweyî yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i271011-tekezkirina_cibûrî_ser_hevkariya_hêzên_siyasî_û_neteweyî_yên_iraqê
Serokê parlemana Iraqê li hevdîtina tev Emar Hekîm serokê partiya Hikmeya Iraqê ser hevkariya hêzên siyasî û neteweyî jibo bi serûberkirina rewşa navxweyî ya vî welatî tekez kir.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 10, 2017 10:29 Asia/Tehran
  • Tekezkirina Cibûrî ser hevkariya  hêzên siyasî û neteweyî yên Iraqê

Serokê parlemana Iraqê li hevdîtina tev Emar Hekîm serokê partiya Hikmeya Iraqê ser hevkariya hêzên siyasî û neteweyî jibo bi serûberkirina rewşa navxweyî ya vî welatî tekez kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê roja şemiyê li vê hevdîtinê bal kişand ser guhertina vî welatî wek yek ji  mêhwerên  giring û kara li pêvajoya damezrandina  aramiya navçê bi serketina  li hember terorîzmê û got: ``biserûberkirina rewşa  navxweyî ya  Iraqê bi curekê ku  edaleta civakî û wekheviyê û yekperçetiya  gelê Iraqê garantî bike, hevcedarê hevkariya hêzên siyasî û neteweyî ye``.

 Cibûrî her wiha bal kişand ser vê yekê ku  Iraq bereberê derbaskirina qonaxa  terorîzma DAIŞ`ê û komên  cinayetkar ser bi wê ye, venihêrîna  pêvajoya  çareserkirina  pirsgirêkên heyî û hebûna wêrektiyê bi armanca  bidestxistina rêçareyên  rastîn  jibo wna  pêdivî da zanîn.

 Li gorî vê raporê, alûgorên ewlehî û siyasî yên Iraq û navçê, giringiya  hevkarî û peywendiya  navbera komên  iraqî jibo bidestxistina nihêrînên hevpar li gorî alugurên  qonaxa nû ji van mijarên hilêxistî li hevdîtina  serokê parlemanê û serokê partiya Hikme ya Iraqê bû.

 Serokê parlemanê û serokê partiya Himketa Iraqê mijarên din yên mîna  hilbijartin, vegerandina  awareyan,  avedankirina  navçên xisardîtî ji dagirkeriya terorîstan, giringiya xebitandina  hokarên  geşatiya aborî û cihhatina  berjewendiyên   Iraqê hilkolandin.