Du kes ji berpirsên DAIŞê li Kirkûka Iraql hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270999-du_kes_ji_berpirsên_daiŞê_li_kirkûka_iraql_hatin_girtin
Rayedarekî dayreya ewlehiya ya Kirkûka Iraqê got: "Hêzên ewlehiyê roja Şemiyê karîn ku du kes ji berprisên DAIŞê ku xwe di nav awareyan da veşartibûn û dil hebûn opêrasiyonên têrorîstî pêk bînin, girtin".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2017 03:51 Asia/Tehran
  • Du kes ji berpirsên DAIŞê li Kirkûka Iraql hatin girtin

Rayedarekî dayreya ewlehiya ya Kirkûka Iraqê got: "Hêzên ewlehiyê roja Şemiyê karîn ku du kes ji berprisên DAIŞê ku xwe di nav awareyan da veşartibûn û dil hebûn opêrasiyonên têrorîstî pêk bînin, girtin".

Serheng Ferhad Mihemed Elî berpirsê beşa mêdyayî ya dayreya ewlehiyê ya Kirkûkê ji nûçegihanê IRNAyê li Kirkûkê ra got: Li pey berhevkirina zanyariyên seretayî û çavdêriya deqîq, me karî ku li opêrsiyonekê li navçeya Daqûqê li başûrê Kirkûkê van du kesan bigirin.

Wî her wiha got: Van kesan bi qasî sê salan di beşa zanyariyan a DAIŞê çalakî kirine ş xwe di nav penaberan da veşartibûn.

Li gorî gotina vê berpirsê leşkerî, ev du sîxorên DAIŞê hevrê digel awareyên bajarê Hevîcê hatibûn navçeya Daqûqê li başûrê Kirkûkê û dil hebûn opêrasiyonên têrorîstî pêk bînin.