Hemam Hemûdî bi fermî bû serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê
Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê roja Şemiyê Hemam Hemûdî wek serokê xwe yê nû bijart.
Li gorî rapora Fars Newsê, Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê roja Şemiyê bi fermî Hemam Hemşdî wek serokê xwe yê nû dewsa Emar Hekîm bijart.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a dengê Iraqê, li daxûyaniya kurt a Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê hatiye ku "Şêx Hemam Hemûdî îro bi fermî wek serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê hat bijartin".
Hemam Baqir Hemûdî 1ê Tîrmeha 1952an li Bexdayê û li taxa Keradeya rojhilat hat dinyayê.
Ew endamê Fraksiyona Hevpeymaniya Neteweyî li Parlimana Iraqê ye. û di dema serokatiya seyd Emar Hekîm li Partiya Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê, kesayetiyê hejmara duyem ê vê partiyê bû û sala 2014an jî wek cîgirê yekem ê serokê parlimana Iraqê hat bijartin.