Pêgiriya Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban li ser parastina yekparçetiya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270989-pêgiriya_sikritirê_giştî_yê_yekîtiya_ereban_li_ser_parastina_yekparçetiya_iraqê
Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban li sefera xwe ya Iraqê digel serokwezîrê vî welatî hevdîtin û gotûbêj pêk anî û li ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Iraqê pêgirî kir.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 10, 2017 03:17 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban li ser parastina yekparçetiya Iraqê

Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban li sefera xwe ya Iraqê digel serokwezîrê vî welatî hevdîtin û gotûbêj pêk anî û li ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Iraqê pêgirî kir.

Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban, Ehmed Ebû Xeyz ji bo hevdîtina digel rayedarên Iraqê û li çarçiova sefereke durojî roja Şemiyê gihîşte Bexdaya paytexta vî welatî.

Ehmed Ebû Xeyz li hevdîtihna digel Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê got: "Yekîtiya Ereban daxwaza parastina yekparçetiya axa Iraqê dike û li dijî nearam û bêewlehiyê li vî welatî ye".

Partîyên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîranê de li civînekê bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê biryar dan ku giştpisîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistin.

Dewleta Iraqê û komên curbicur ên vî welatî jî bertekeke vebirr li hemberî vê biryarê nîşan dane.

Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban her wiha daxwaza dewama opêrasiyona hêzên iraqî ji bo azadkirina hemî navçeyên Iraqê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ'ê kir.

Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban serketina berdewam a hêêzn iraqî li şerê dijî DAIŞê li gel û dewleta Iraqê pîroz kir.

Sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban, Ehmed Ebû Xeyz piştî hevdîtina digel serokwezîrê Iraqê çû Hewlêrê û biryar e tev rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê jî hevdîtin û gotûbêjê bike.