Hişyariya Hadî Amirî li bara lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270985-hişyariya_hadî_amirî_li_bara_lidarxistina_giştpirsînê_li_herêma_kurdistana_iraqê
Sikritirê giştî yê Rêxistina Bedrê ya Iraqê, Hadî Amirî got: "Lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistna Iraqê wê agirê şerê navxweyî li vî welatî gurr bike".
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 10, 2017 03:16 Asia/Tehran
  • Hişyariya Hadî Amirî li bara lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê

Sikritirê giştî yê Rêxistina Bedrê ya Iraqê, Hadî Amirî got: "Lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistna Iraqê wê agirê şerê navxweyî li vî welatî gurr bike".

Li gorî rapora IRIB Newsê, Sikritirê giştî yê Rêxistina Bedrê ya Iraqê, Hadî Amirî roja Şemiyê li bara lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da û got: "Lidarxistina vê giştpirsînê teqez Iraqê dike welatên biçûk û lawaz".

Hadî Amirî got: Iraq divê yekparçe, bihêz û qahîm bimîne û iraqî lêi dijî parçebûna welatê xwe ne.

Serokomarê bi eslê xwe kurd ê Iraqê, Fuad Mesûm jî roja Şemiyê bi gotineke zelal li bara giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê, gotûbêj tenha rêyaçareserkirina pirsgirêkan di navbera Bexda û Hewlêrê da zanîn.

Serokê Herrêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî hema wisa pêgirî û israrê dike ku tevî hebûna dijayetiyên navxweyî, navçeyî û cîhanî, Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25ê Îlona 2017an da bê lidarxistin.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê êvara Çarşemiyê destnîşan kir: Lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê, dê vî welatî derbasî qionaxeke tarî bike û dewleta navendî li Bexdayê, wê encama giştpirsînê nepejirîne.

Partîyên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîranê de li civînekê bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê biryar dan ku giştpisîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistin.

Dewleta Iraqê û komên curbicur ên vî welatî jî bertekeke vebirr li hemberî vê biryarê nîşan dane