Berteka serokomarê Iraqê li hemberî giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270967-berteka_serokomarê_iraqê_li_hemberî_giştpirsîya_herêma_kurdistana_iraqê
Serokomarê Iraqê wek berteka li hemberî meseleya giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana vî welatî got, ew hemî hewldana xwe jibo çêtirkirina peywendîyên di navbera her du alîyên têkildar û vexwendina wan jibo gotûbêja zêdetir bona çareserkirina pirsgirêkan bi kar tîne.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 09, 2017 14:39 Asia/Tehran
  • Berteka serokomarê Iraqê li hemberî giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê

Serokomarê Iraqê wek berteka li hemberî meseleya giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana vî welatî got, ew hemî hewldana xwe jibo çêtirkirina peywendîyên di navbera her du alîyên têkildar û vexwendina wan jibo gotûbêja zêdetir bona çareserkirina pirsgirêkan bi kar tîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê îro li daxûyanîyekê wek berteka li hemberî rexneyên sîyasetvan û parlimanterên Iraqê ji ber bêdengîya wî li hemberî giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê got: Erka serokomar parastina destûra bingehîn û çavdêrîya ser cihanîna xalên wê ye.

Fuad Meisûm herwiha got ku ew bi tundî li dijî wan kesan e ku hewl didin li bara helwestên isûlî û misoger ên serokomar di warê parastina destûra bingehîn de şik û gumanê bik,in.

Li gorî vê raporê, Hin kesayetîyên sîyasî li bexdayê û hejmarek parlimanterên iraqî ji ber bêdengîya serokomarê Iraqê li hemberî giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê li gorî kurdbûna wî rexne girtin û hinekan jî xwestin ku heke giştpirsî were lidarxistinê, hemî kurd ji Bexdayê bên derxistin û postên dewletê ji wan bên istandin.