Hevalbendîya amerîkî demek jibo derketina ji Iraqê dîyar nekir
Berdevkê hevalbendîya amrerîkî ya idia têkoşîna dijî DAIŞ`ê dike, ragihand ku ev hevalbendîya piştî serkutkirina tam a vê koma têrorîst li Iraqê, yê li warê pêkanîna istiqrarê li deverên azadbûyî, alîkarîya dewleta Iraqê bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Rusia Al Yewmê, hevalbendîya navnetewî ya têkoşîna dijî DAIŞ`ê di bin hikmê Amerîkayê de ragihand ku rola wê piştî têkbirina vê koma têrorîst li Iraqê, `` alîkarîya bo dewleta Iraqê jibo pêkanîna istiqrarê li deverên azadkirî ji lepên têrorîstan`` e.
Rayan Dîlon berdevkê hevalbendîya amerîkî duh bi rêka Tiwîterê bal kişand ser istiratêjîya demdirêj a vê hevalbendîyê û nivîsî: Hevalbendî girêdayîyê alîkarîya bo Iraqê jibo pêkanîna istiqrarê li deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî ye ta ku gel bikaribin bizvirin malên xwe.
Berdevkê hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê herwiha got: Demajoyeke kifş jibo vî şerî tineye, DAIŞ li her ku be, yê bê tepeserkirin, çawan ku ev yeka li Remadî, Felûce û Mûsilê qewimî. Mirov nikare pêşerojê pêşbînî bike, me demeke dîyarkirî jibo jinavbirina DAIŞ`ê li Iraqê tineye lê, em jibo şerekî dijwar bi armanca serketinê plankarîyê dikin.
Vî rayedarê leşkerî yê amerîkî tekez kir: Tirkîye şirîkê me yê vebirr di çaçrova hevalbendîyê de ye, em her roj bi Tirkîyê re jibo têkbirina dijminê me yê hevpar ku DAIŞ e, hevdengîyê pêk tînin.