Alîkariya aborî ya 500 milyon dularî ya Japonyayê bo Iraqê
Balyozxana Japonyayê li Iarqê raghand ku jibo alîkariya aborî jibo pêkanîna kar û şuxilan li vî welatî, dê 500 milyon dular alîkariya aborî bo Iraqê terxan bide.
Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, vê balyozxanê got: Li gorî nirxandinên banka navneteweyî, dewleta Iraqê li sala 2016`an rastî kêmasiya sedî 14 hatiye û li gorî biryara Japonyayê û heft welatên pêşeyî li sala 2016an ev welata serê axir jibo terxandkirina 500 milyon dularî bi Iraqê re li hev kir û hevhatinnameya wê ji aliyê berpirsên Iraq û dewleta Japonyayê hat îmzekirin.
Li gor daxûyaniya hanê, dayîna vê deynê nîşana berpirsiyariya Japonyyaê bo raberkirina alîkariyên aborî bo dewleta Iraqê jibo cihanîna reformên aborî û îdarî li vî welatî ye.
Dewleta Iraqê li salên 2014`an heya 2016an ji ber êrişa DAIŞê ser vî welatî û dagirkirina beşek ji vî welatî ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞê ji aliyekê va û kêmbûna buhaya niftê ji aliyê din rastî kêmasiya bûdceyê hat û nekarî tam projeyên xwe yên umranî dawî bike.