Kuştiyek û şeş birîndar li encama teqîna bombeyê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270897-kuştiyek_û_şeş_birîndar_li_encama_teqîna_bombeyê_li_bexdayê
Li encama teqîna bombeyê li başûrê Bexdayê kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2017 14:31 Asia/Tehran
  •  Kuştiyek û şeş birîndar li encama teqîna  bombeyê li Bexdayê

Li encama teqîna bombeyê li başûrê Bexdayê kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora  IRNA`yê, navenda  nûçan a El-Someriye Newsê raghand: Ev bombea siba roja îniyê li nêzîkî bazarekê li navça El-Wehdeyê li başûrê Bexdayê teqî.

 li gorî vê raporê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi amadebûna  li cihê teqînê, birîndar guhestin  nexweşxanê û meytê meqtûl jî dane  pizîşkiya qanûnî.

 Rojava Bexdayê jî îro bibû meydana  birîndarbûna  du hêzên polîs li encama teqîna bombeyê li riya  geşta wan li navça  Îbrahîm  Bin Elî  ya rojava Bexdayê.

 Her wiha  meyteke nenas jî ku bi derba gullê hatibû kuştin li başûrê Bexadyê hat peydakirin ku hat guhestin bo pizişkiya qanûnî û lêkolînên  li bara hegera wê destpê bû.

 Her wiha li gor nûçeyeke din û ji zarê televîzyona  Meyadînê, balefirên  hêza hewayî ay Iraqê îri meqerên DAIŞê li bajarê Hewîcê dan ber bombeyan.

 Hewîce ji anvendên  herî giring ên  DAIŞê li parzêgeha Kerkûkê ye ku li Hezîrana 2014`an  hat dagirkirin û niha  artêşa Iraqê karê azadkirina  vî bajarê dike.