Kuştina serkirda jinên endamên DAIŞ`ê
Îlon 08, 2017 12:39 Asia/Tehran
Serkirdeya gurdana jinên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê li Iraqê hat kuştin.
Çavkaniyeke agehdar li parêzgeha Kerkûkê roja pênşemiyê raghand: Serkirdeya gurdana jinên DAIŞ`ê tev hevjîn û 2 kurên xwe li encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser yek ji navendên DAIŞ`ê li bajarê Hewîceyê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin.
Êrişên hewayî ser navend û veşartgehên DAIŞ`ê li Hewîcê û derdora wê ji çend rojan berî niha ve zêde bûne ku li encama van êrişan gelek xisar li terorîstên DAIŞê ketiye.
DAIŞ`ê ji Çilla 2014`an ve bajarê Hewîcê û navçên El-Zab, El-Ebasî, El-Rişad û El-Riyazê li başûrê rojava Kerkûkê dagir kiriye.