Kuştina 17 têrorîst û xwekujan li Eyazîyeya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270815-kuştina_17_têrorîst_û_xwekujan_li_eyazîyeya_iraqê
Şebekeya ragihandinê ya karên cengê ya Iraqê ragihand ku 17 têrorîst ji wan hejmarek têrorîstên ku qawûşa teqandinê xwwe va girêdabûn li devera Eyazîyê li parêzgeha Nêynewayê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2017 12:37 Asia/Tehran
  • Kuştina 17 têrorîst û xwekujan li Eyazîyeya Iraqê

Şebekeya ragihandinê ya karên cengê ya Iraqê ragihand ku 17 têrorîst ji wan hejmarek têrorîstên ku qawûşa teqandinê xwwe va girêdabûn li devera Eyazîyê li parêzgeha Nêynewayê hatin kuştin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Şebekeya ragihandinê ya karên cengê ya Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Hêzên çiqa 15 ya artêşa Iraqê duh dema opêrasyona lêgerîn û paqijkirina devera Eyazîyê 11 têrorîst û 6 xwekuj kuştin.

Li gorî vê raporê, 3 jin jî ku di dorpêça koma têrorîst a DAIŞ`ê de bûn hatin xilaskirin û ew veguhestine nexweşxanê.

Çavkanîyên ragihandinê yên Heşdi Şeibî jî ragihandin: Çiqa 13 ya artêşa Iraqê û hêzên gelanî 4 têrorîstên DAIŞ`ê li devera Sebaya Hurûşê li rojavaya bajarê Mûsilê kuştin.

Hêzên endazyarîyê ser bi hêzên Heşdi Şeibîyê jî maşîneke bombekirî li devera Ebû Maryayê li rêka sereke ya di navbera Mûsil-Teleferê de peyda kirin û pûç kirin.