Hişyarîdayîna li ser sûdwergirtina DAIŞ`ê ji xelkê Hewîcê wek mertala mirovî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270813-hişyarîdayîna_li_ser_sûdwergirtina_daiŞ_ê_ji_xelkê_hewîcê_wek_mertala_mirovî
Navenda çavdêriya li ser mafên mirovan li Iraqê bal kişande ser opêrasiyona nêzik a azadkirina Hewîcê û li bara bikaranîna xelkê vî bajarî ji aliyê DAIŞ`ê va wek Metala Mirovî hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2017 12:37 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna li ser sûdwergirtina DAIŞ`ê ji xelkê Hewîcê wek mertala mirovî

Navenda çavdêriya li ser mafên mirovan li Iraqê bal kişande ser opêrasiyona nêzik a azadkirina Hewîcê û li bara bikaranîna xelkê vî bajarî ji aliyê DAIŞ`ê va wek Metala Mirovî hişyarî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Navenda çavdêriya li ser mafên mirovan li Iraqê roja Pêncşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê tevî hişyariya li ser rewşa nebaş a xelkê li navçeyên bin dagirkeriya koma têrorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê pêgirî kir ku ji 80 heta 90 hezar kes li bajarê Hevîcê li başûrê rojavaya parêzgeha Kirkûkê rûdinin û tirsa vê yekê heye ku ji ber nebûna rêyekê ji bo revînê DAIŞ wan wek mertala mirovî bi kar bîne.

Navenda çavdêriya lêi ser mafên Mirovan li Iraqê her wiha pêşbînî kir ku 85 hezar iraqî di encama opêrasiyona azadkirina Hevîcê li bakurê vî welatî aware bin.

Koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞ`ê her tim li şerê dijî hêêzn artêşa Iraqê xelkê dike mertala xwe û hewil dide bi vî rengî rêî li ber pêşdaçûna hêzên iraqî bigire.

Piştî azadkirina bajarê stratijîk ê Til Eferê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê, hêzên iraqî xwe ji bo opêrasiyona azadkirina bajarê Hevîcê li başûrê rojavaya parêzgeha Kirkûkê amade dikin.